Ehrar Sincar: Hemû baregehên Tirkî yên Iraqê wê bibin hedefa me

Doh li dijî baregeha dewleta Tirk a Başîkayê ya Mûsilê êrişek bi dronan pêk hat, 2 kes hat kuştin.

Êriş bi rêya 4 dronên întîharwarî ve li dijî baregeha Tirkiyê ya li bajaroka Zilkan a Başîka Mûsilê çêbû.

Di encama êrişê de 2 leşkerên Tirk li gel endazyarekî Iraqî hatin kuştin.

Ketîbeya bi navê Ehrar Sincar (Azadiya Şengalê) berpirsyartiya êrişê girt ser xwe.

Berdevkê Ehrar Sincar, Derman Tawusmelek di daxuyaniyek ji bo malpera Elxed de got:

“Me bi 4 balafirên keşfê baregeha artêşa Tirk a li Başîqayê kir armanc.

Cara yekem e ku em vê balafirê di operasyonên xwe de bi kar tînin.

Êriş bersiva êrişa Tirkiyê ya li dijî dilsozên PKK’ê li Çemçemala Kerkûkê ye.

Komê diyar kir ku dê operasyonên xwe yên li dijî baregehên Tirkiyê yên li Iraqê bidomînin.

Li Başûrê Kurdistanê Baregeha Başîqa bi muşekan hate armanckirin

Back to top button