Riyad Derar: Rûsya her tim hewcedarî Amerîkaye ye

Hevserokê MSD’ê Riyad Derar destnîşan kir ku Rûsya dixwaze li ser hesabê eşkerekirina gendeliya hinek saziyên Sûrî, hebûna xwe firehtir bike. Derar da zanîn ku çareserî ji destên aliyên Sûrî derketiyê û rola Tirkiyê nemaye û dixwaze bi rêya çeteyên xwe hebûna xwe misoger bike. Derar her wiha teqez kir ku tenê Rêveberiya Xweser dikare rolekê di çareseriyê de bilîze.

Hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Riyad Derar, derbarê geşedanên dawî yên li qada Sûriyê nirxandin kir.

Riyad Derar diyar kir ku medyaya Rûsya, hewl dide gendenliya saziyên Sûriyê eşkere bike û ev yek bi encama civîna Kerry û Lavrov ve girêda.

Derar dibêje, Rûsya bi êrîşên xwe û desteserkirina nuqte û bargehên leşkerî, dixwaze bêhtir derbasî nava Sûriyê bibe.

Derar, bal kişand ser daxuyaniyên James Jeffrey û diyar kir ku “Amerîka çareseriyê naxwaze, lê belê hewl dide berjewendiyên xwe pêk bîne”.

Li gorî Derar, çareserî li Sûriyê her tim hewcedarî îmzeya Amerîkayê ye.

Ji ber vê yekê, heta lihevkirinên din li herêmê çênebin, parvekirin û pêşxistina têkiliyan bi cih neyên, wê çareserî pêk neyê û dê rêveberiya Amerîkayê ne aram be.

Hevserokê MSD’ê dibêje, Rûsya û Amerîka nexşerêya Sûriyê xêz kiriye û ya dawî Rûsya bi dosyaya Sûriyê erkdar kiriye.

Jixwe ev yek, ji encamên civîna sêalî ya Hezîrana 2019’an ku li Qudisê di navbera Rûsya, Amerîka û Îsraîlê de pêk hatibû ye.

Derar dibîne ku “çareserî êdî ji destên aliyên Sûrî derketiyê û rola Tirkiyê nemaye, tenê bi rêya çeteyên xwe, wê mayîna xwe li Sûriyê misoger bike.

Riyad Derar: Çareseriya siyasî, di destê Rêveberiya Xweser de ye

Hevserokê MSD’ê Riyad Derar teqez dike ku ev yek bi rola Rêveberiya Xweser pêkan e, lê li gorî wî “ti rêveberiyeke navdewletî tune ye wê tev li çareseriyê bike, lê tê payîn, Amerîka Rêveberiyê, beşdarî çareseriyê bike”.

Di demekê ku hewldanên yekrêziya Kurdî hene, MSD’ê ji bo çareserkirineke rasteqîn dixebite.

Back to top button