Li Amûdê êrîşên li ser Şengalê bi meşekê hat şermezar kirin

Li dijî êrîşên li ser Şengalê îro li Rojava gelek çalakî hatin lidarxistin û piştgiriya civaka Êzidî hat kirin.
Welatiyên navçeya Amûdê, Meclisên herêma Cizîrê û Yekitiya Êzidîyan ya Efrînê êrîşên li ser Şengalê şermezar kirin. Bang li raya giştî ya cîhanê, Konseya Ewlehiyê û Komkara Ereban hat kirin ku li dijî êrîşên ser Şengalê bêdeng nemînin.

Li dijî êrîşa dewleta Tirk ya li Şengalê şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûrî dest bi çalakiyan kirin.

Îro di vê çarçoveyê de bi sedan ji şêniyên Amûdê ya kantona Qamişlo meşek li dar xistin.

Di meşê de şêniyan êrîşa dewleta Tirk ya li ser Şengalê şermezar kirin û banga xwedîderketina Şengalê kirin.

Meclisên herêma Cizîrê bang li raya giştî kir: Li dijî êrîşan bêdeng nemînin

ji bo montaj bila dîmenan giştî bixin yek şaşê de

Meclisên herêma Cizîrê jî bi daxuyaniyên cuda piştgiriya xwe bi civaka Êzidî re ragihand.

Meclisan diyar kirin ku ev êrîş berdewama êrişên qirkirina komî ya li dijî hebûna Êzidiyan e.

Meclisan bang li Iraqê kir ku serweriya xwe biparêze û dewleta Tirk li ser binpêkirinên wê muhasebe bike.

Her wiha bang li raya giştî ya cîhanê, Konseya Ewlehiyê û Komkara Ereban kir ku ji bêdengiya xwe derkevin.

Yekitiya Çzidiyan bang li PDK’ê kir ku piştgiriya MXDŞ bike

Bi dehan endamên Yekitiya Êzidîyan a Efrînê jî daxuyaniyek dan û diyar kir ku êrîş binpêkirina pîvan û biryarên navneteweyî ye.

Yekîtiyê bang li hikûmeta başûrê Kurdistanê kir ku li şûna hevkariya dewleta Tirk, hevkariya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê bike.

Li Libnanê êrîş hat şermezarkirin

Girêdayî mijarê PYD’ê şaxê Lubnanê jî daxuyaniyek da û ev tişt got,

”Çawa dewleta Tirk beriya 3 salan Mam Zekî û Diyar Xerîb kir armanc, îro bi heman armancî jî fermandar Seîd şehîd xist”.

Back to top button