Trump: Em difikirin bacan li ser Çînê bisepînin

Li Amerîkayê, jimara nexweşên bi vîrûsa Coronayê bû Milyonek, bi vê zêdebûnê re jî Trump ragihand ew ê bacan li Çînê bibirin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump di kongreyeke Şaneya Aloziyê ya Amerîkî de, destnîşan kir ku “ew difikirin bacan li ser Çînê bisepînin”.

Sînator Lindsey Graham jî, bertekek li dijî Çînê nîşan da û bang li Pekîn kir ku “ji bo aloziya ku wan bi ser cîhanê de aniye, divê Amerîka were qerebûkirin”.

Graham ji welatê xwe jî xwest ku “kargehên xwe ji Çînê veguhêzin Amerîka û pêdiviyên tenduristî li welêt bên çêkirin”..

Tê zanîn, yekem car vîrûsa Corona ji Çînê derket, ev yek jî bû sedema nakokiyên navbera wê û Amerîka..

Back to top button