Îlham Ehmed: Şer û sucên dewleta Tirk dijî pîvanên navnetewî û mirovahiyê ye

Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed di komxebateke Navenda Lêkolînên Siyasî ya Qudsê nirxandin kir û got:”Em gefên Tirkiyê cidî dibînin. Ger hemleyên leşkerî li dijî herêmê pêk bê, wê bibe sedema karesateke mirovî.”
Ilham Ehmed derbarê çareserkirina aloziya Sûrî jî wiha anî ziman:
Her kesê banga guhertinê dike û ji bo pêkanîna hêviyên gelên Sûriyê bixebite em pê re ne.
Doza kurdî beşek ji doza Sûriyê ye.”

Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed bi rêya Zoomê tevlî komxebateke Navenda Lêkolînên Siyasî ya Qudsê ya bi navê ‘Pirsgirka kurdî û pêşeroja Sûriyê” bû û nirxandin kir.

Îlham Ehmed der berê gef û êrişên dagirkeirya Tirk li ser herêmê da zanîn ku dagirkeriya Tirk hewl dide hegemoya xwe li ser herêmê ferz bike û erdnîgariya Mîsaqî Millî vegerîne.

Ilham îşaret bi sûc û kirinên dagirkeriya Tirk li herêmê dagirkirî kir û got,

Kirinên dagirkeriya Tirk li gorî pîvanên navneteweyî sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê ne.

Îlham Ehmed der barê gefên dawî yên dagirkeriya Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev yek anî ziman:

“Em gefên Tirkiyê cidî dibînin. Em hewl didin bi rêya têkiliyên bi dewletên garantor re wê neçar bikin ku lihevkirinên sala 2019`an pêk bîne.

Ger hemleyên leşkerî li dijî herêmê pêk bê, wê bibe sedema karesateke mirovî.”

Îlham Ehmed: Em bi her kesê ji bo pêkanîna hêviyên gelên Suriyê dixebitin re ne

Îlham Ehmed derbarê aloziya Sûrî û hewldanên çareserkirna wê ev nirxandin kir:

“Em bi sûriyeke nû re ne û vegera sûriya navendî ya hişk red dikin.

Her kesê banga guhertinê dike û ji bo pêkanîna hêviyên gelên Sûriyê bixebite em pê re ne.

Em ji diyalog, peywendiyan, hemû rêbazên danûstandinê û xîtaba şaristanî re vekirî ne.

Îlham Ehmed: Ji bo pêşeroja Suriyê divê em bigihijin lihevkirinek stratejîk

Ilham Ehmed derbarê projeya Rêvebriya Xweser ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ev yek got:

Dema em behsa nenavendî û rêveberiya xweser dikin, mebesta me ne cûdexwaz, an jî projeyeke mîna ya herêma Başûrê Kurdistanê ye.

Ji bo paşeroja Sûrî divê em bighêjin lihevkirineke stratejîk.

Doza kurdî beşek ji doza Sûriyê ye.

Biryara kurdên Sûriyê wê biryara kurdên Sûriyê bimîne, ew ê biryar bidin.”

Îlham Ehmed: Rola PKK’ê rolek piştevaniye, zextê li vîna QSD’ê nake

Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed di dawiya axaftina xwe de bal kişand li ser bandora fikiri Rêber Ocalan li ser herêmê û wiha got:

“Dîroka PKK’ê li Sûriyê ne nû ye.

Serokê partiyê Abdullah Ocalan bi gelek kesayetên sûrî hevdîtin pêk anîn û berê çalakiyên wî li Sûriyê hebûn.

Kurdên Sûriyê bi fikirî wî bandor bûn.

Rola PKK’ê roleke piştevan e, ne ku zextê dike û ne jî îradeya kurdên li Sûriyê an QSD’ê kontrol dike.

Ev tawan ên Tirkiyê ne, da ku raya giştî tehrîk bike û planên xwe li herêmê pêk bîne.”

Back to top button