Dagirkeran ji Efrîn û navçeyên wê 9 welatî revandin

Sûc û hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê li herêmên dagirkirî her roj zêde dibin. Dagirkeran ji Efrîna dagirkirî 9 welatî revandin û 110 dar birîn.

Hate ragihand ku çeteyên bi navê ‘Polîsên Leşkerî’ yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ji gundê Mamila yê navçeya Mabeta 4 welatî revandin..

Navê kesên hatine revandin; Mistefa Murad Zêbar-65, Idrîs Mihemed Beko-45, Nîhad Mihemed Beko û Mistefa Abdîn Faris e..

Li aliyê navçeya Cindirêsê, çeteyan ji gundê Nisiriyê 2 ciwanên bi navên Elî Hisên Welîd 28’î û Ekrem Zuhêr Hisên-29 revandin.

Her wiha çeteyan ji navenda bajarê Efrînê jî welatiyê bi navê Kawa Mihemed Omer -28 revandin.

Çeteyan di 1’ê vê mehê de li gundê Eyn Darê ya navçeya Şêrewa a Efrîna dagirkirî 2 welatiyên bi navê Mesûd Izedîn Birîmo-53 û Seyd Elî-37 revandin.

Çeteyan li navçeyên Cindirês û şera 110 dar birîn

Wekî din jî, çeteyên dewleta Tirk ji navçeyên Cindirêsê û Şera yên Efrîna dagirkirî 110 birîn.

Back to top button