HPG’ê: 9 leşkerên din ên artêşa Tirk hatin kuştin

Gerîllayên HPG’ê û YJA-Star’ê li Zap û Metînayê derb li hêzên artêşa Tirk dan.
Di çalakiyan de yek ji wan payebilind, 9 leşker hatin kuştin.

Gerîlla li herêmên Zap û Metînayê li hêzên artêşa Tirk dan.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ên têkildarî encama çalakiyên 24 satên dawî ev agahî bi raya giştî re parve kirin:

  • Li herêma Zapê

30’ê Hezîranê dagirkerên li derdora Qada Kurojaro, bûn armanca lêdana çekên giran ên gerîlla.

3’ê Tîrmehê li Qada Karker, dagirkerên ku xwestin cîhazê sînyala tevgerê bicih bikin, bûn hedefa gerîlla.

Di encama lêdanê de dagirker neçar man paşde biçin.

4’ê Tîrmehê li Qada Çemço di encama çalakiyên sekvaniyê de 2 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin.

  • Li herêma Metîna

3’ê Tîrmehê li Qada Girê Cûdî, tîmên gerok ên gerîllayên YJA Starê li hêzên dagirker dan.

Di çalakiyên sekvaniyê de 2 leşker hatin kuştin.

Heman rojê hêzên artêşa Tirk hewl dan bi teqemeniyan êrişî Girê Cûdî bikin.

Lê ji ber destwerdana gerîlla, ev hewldan biserneket.

Piştî nîvro jî bi serkêşiya kontrayekî ku bi Kurdî diaxivî dagirkeran xwestin careke din bi pêş ve werin.

Gerîlla bi bandor li wan dan û di encamê de 3 leşker hatin kuştin.

Nîvê şevê li heman qadê, dagirker bûn armanca gerîllayên sekvan.

Di çalakiyê de yek ji wan payebilind, 2 leşker hatin kuştin.

Têkildarî êrişên artêşa Tirk jî Navenda Çapemeniyê ya HPG’ê ev agahî parve kirin:

Roja 3’ê Tîrmehê, artêşa Tirk a dagirker 21 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan, 10 caran bi balafirên şer û 17 caran jî bi helîkopteran, Herêmên Parastinê yên Medyayê bombebaran kirin.

Back to top button