Çeteyên “Polîsên Leşkerî” yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li navçeya Şêrawa ya Efrîna dagirkirî 2 welatî revandin.
Li gorî ajansa hewarê di 1’ê Tîrmehê de ji navçeya Şêrawa ya Efrînê çeteyên “Polîsên Leşkerî” 2 welatiyên ji şêniyên gundê EynDarê, revandin û ber bi cihekî ne diyar ve birin.
Navên kesên hatine revandin wiha ne:
Mesûd Izedîn Birîmo (53) û Seydo Reşad Elî (37).
Li Efrîna dagirkirî rojane kiryarên dij mirovî çêdibin