Mustafa Karasû: Nûçeyên têkildarî Rêber Apo bi armanca şerê taybet e

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasû diyar kir ku çavkaniya îdîaya ‘Wê li Îmraliyê hevdîtin bê kirin’ MÎT û AKP ye û got, ” Tecrîdeke giran li ser rêber Apo heye, divê di zûtirîn dem de parêzerên Rêber Apo biçin Îmraliyê. Ji bo têkbirina tecrîdê divê gelê kurd û dostên wî asta têkoşînê bilintir bikin.”

Têkildarî tecrîda giran a Îmraliyê û şerê taybet ê desthilatdariya AKP-MHP’ê, endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasû bersiv da pirsên ANF’ê.

Li ser îdîaya ku demên dawî hevdîtin li gel Rêber Apo têne kirin, Karasu ev nirxandin kir:

Ya tê kirin şerê taybet e.

Çavkaniya van îdîayan jî MÎT û AKP ne.

Dewleta Tirk li dijî berxwedana gerîla xitimî ye.

Gelê me jî li dora vê berxwedana fedaî ya gerîla hîn bêhtir têdikoşe.

Dewleta Tirk her carê ku dixitime serî vê rêbaza şerê taybet dide û dixwaze bi peydakirina bendewariyeke pûç, xwe ji vi xitimandinê xilas bike.

Mustefa Karasu diyar kir ku Rêber Apo rastiya dewleta Tirk zane û li hemberî wê sekneke welê nîşan dide ku vê polîtîkaya şerê taybet pûç dike.

Ji ber vê helwestê jî dewleta Tirk tecrîdê giran dike.

Karasû: Divê parêzerên Rêber Apo zûtirîn dem de biçin Îmraliyê

Karasû anî ziman dewleta Tirk bi çend hevdîtinên bi malbatê re dixwaze polîtîkayên xwe yên qirkirinê li dijî Kurdan veşêre û got:

Ji 2011’an ve parêzer hevdîtin nekirine. Herî dawî cezayê disiplînê ya 3 meha li Rêber Apo birîn.

Rêber Apo jî di axaftina dawî ya bi malbatê re nerazîbûn nîşan dabû û gotibû;

Eger Parêzer nikarin bêne Giravê, wê demê pêwîstî bi hatina malbatê jî tine ye.

Ji ber ku Rêber Apo zane hevdîtinên bi vî rengî ji bo tevlîhevkirinê û nixumandina êrişên qirkirinê yên li ser gelê Kurd e.

Mustafa Karasû teqez kir ku yekane rêya şikandina tecrîdê têkoşîn e û ev bang kir:

Têkbirina tecrîdê bi têkbirina desthilata faşîsta AKP-MHP’ê pêkan e. Di serî de gelê Kurd û hemû dostên wan, pêwîste li dijî tecrîdê asta têkoşînê bilindtir bikin.

Back to top button