Dewleta Tirk li herêma Besta ya Şirnexê 14 deveran dest bi birîna daran kir

Dewleta Tirk a dagirker bi destê noker û cerdewanan dixwaza Daristanên Kurdistanê ji hlê rabike.

Vê carê dewleta dagirker li herêma Besta ya Şirnexê li 14 deverên cuda bi destê cerdevanan dest bi birîna daran kirin.

Dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê li gelek herêman birîna daristanan tê kirin.

Birîna daran ku par li çiyayên Cûdî û Gabarê yên Şirnexê dest pê kiribû, îsal jî bi awayeke berfireh, di bin çavdêriya leşkeran de li herêma Besta didome.

Bi taybetî li herêma Besta ya di navbera Şirnex û Sêrtê de ye, birîna daran zêde bûye.

Herêmên nû yên ku lê dar bên birîn ev in: Kaniya-mîr, Bira-teto, Bira-peşo, Deyn-darok, Cinîwer, Belûzer, Rîsor, Serê-rû, Tîkera, Qûrteka pêşya, Girêdeyincê, Şerevan, Xirtikbestê û Navyan.

Li van 14 herêman dar bi destê cerdevanan tên birîn û bi traktoran tên komkirin, li kamyonan tên barkirin û ji bo firotinê ber bi bajarên rojavayê Tirkiyeyê ve têne veguhestin.

Hat ragihandin ku li herêma Bestayê heta niha bi sedhezaran ton dar hatine birîn.

Back to top button