Seroka Weqfa Jîn a Jinan Buşra Elî: Cezayên displînê ên li ser Rêber Ocalan siyasî ne

Seroka Weqfeya Jîn a Jinan a Lubnanê Buşra Elî dibêje. “Cezayên dispîlînê yên li rêber Abdullah Ocalan hatine birîn, biryareke siyasî ye û derveyî qanûnê ye”.

Desthilata Tirkiyê ”Cezayên displînê” yên nû ji bo 3 mehan li rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din yên li Îmraliyê birî.

Seroka Weqfeya Jîn a Jinan a Lubnanê Buşra Elî têkildarî mijarê axivî û got: “Tecrîd, siyaseta hêzên navneteweyî yên mezin e.

Bi tecrîdê dixwazin gelan berbelav bikin û li dijî hev derxin. Lê fikrê Rêber Ocalan vê plana wan vala derxist, ji bo wê tecrîdê giran dikin.”

Buşra Elî dazanîn ku wan li dijî van planan însiyatifek avakirine û ev agahî dan:

“Di vê dawiyê de li Lubnanê, însiyatîfeke jinan a herêmî bi navnîşan Însiyatîfa Nûn a Jinan a ji bo Azadiya Rêber Ocalan, dest pê kir.

Hemû kadroyên wê jin in û ji 8 welatên cuda yên Rojhilata Navîn, bakurê Afrîka, Sûriye, Lubnan, Iraq, Misir, Filistîn, Lîbya û Yemenê ne pêk tê.

Bi rêya vê însiyatîfê, me teqez kir ku tecrîda li ser rêber Ocalan negihaştiye armanca xwe, lê belê berovajî wê, hemû gelên herêmê bi taybet gelê Ereb êdî ji her demê bêtir xwedî li fikr û felsefeya rêber Ocalan derdikeve.”

Buşra Elî: Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan wê têkoşîna me bidome

Buşra Elî teqez kir ku jin bi xwedîderketina li fikr û felsefeya rêber Ocalan eleqedar in û bi van gotinan bi dawî kir:

Dê jin bi rêya însiyatîfê, fikr û felsefeya rêber Ocalan li ser hemû jinan belav bikin,

Dê armanca xwe ya stratejîk anku azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan pêk bînin,

Vê yekî jî bi rêbazên, siyasî, çandê, civakî û qanûnî yên gengaz û pêwîst bikin.

Back to top button