Gundên Minbic û yên Şeraya Efrînê hatin topbarankirin

Li ser gundên navçeya Şera ya kantona Efrînê jî êrîşên dagirkeriyê hebûn û ew gund bi çekên giran topbaran kirin.

Şevê din artêşa dagirker û komikên xwe yên çete, gundê Merenaz, Şiwarxe û Keleha Şiwarxe yên Şerayê dan ber topan.

Meclisa Leşkerî ya Minbicê jî duh ragihand ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker gundê Ewn Dadat ê li bakurê bajarê bajêr topbaran kir.

Lê têkildarî encamê topbaranê ti agahî nehatin biparvekirin.

Back to top button