Hunermend Mihemed Elî Şakir ji aliyê hunermedan hate bibiranîn

Hunermend û helbestvan Mihemed Elî Şakir di çilrojiya wefata xwe de li bajarê Qamişlo hate bîranîn.MIX+BETA::

Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê merasîmek li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo li dar xist.

Malbata hunermend tevî gelek hunermend û rewşenbîr di merasîmê bîranînê de amade bûn.

Di merasîmê de Endamê komîteya amadekar a merasîmê Aram Cewad got: “Wesiyeta nemir Mihemed Elî Şakir parastina welat û pêkanîna yekitiya kurdî bû.”

Keça hunermend, Şirîn Mihemed Şakir di bîranînê de axivî û got: “Ez bi bavê xwe û xebata wî serbilind im.”

Piştî axaftinan belgefîlmeke li ser jiyana hunermend Mihemed Elî Şakir hate pêşandan.

Di dawiyê de, hunermend Çîmen Hesen, Îmad Xelef, Sefqan Orkêş, Zoro Seyîd Yûsif û Mizgîn Tahir stranên Mihemed Elî Şakir gotin.

Back to top button