Li Libnanê xwepêşanderek hat kuştin û şaredariya Terablusê hat şewitandin

Li Terblusa Libnanê, avahiya şaredariyê het şewtandin û xwepêşanderek hat kuştin.

Ji ber têkçûna rewşa aborî û siyasî, ev 4 roj in xwepêşandanên li Libnanê ranewestiyane.

Herî dawî xwepêşanderek hat kuştin û şaredariya Terblusê ji aliyê xwepêşanderan ve hat şewitandin.

Xaça Sor a Libnanê ragihand ku herî dawî, 6 birîndar bo nexweşxaneyan hatin rakirin û 106 kes li cihê xwe hatin dermankirin.

Beriya niha jî, ji ber hewldana derbasbûna Seraya û bikaranîna molotovan, 9 endamên hêzên ewlekariyê birîndar bûbûn.

Back to top button