Idlib..jimarek leşkerên hikumeta Şamê hat birîndarkirin

Li Idlibê şer gurtir bûye û jimarek leşkerên hêzên hikumeta Şamê hat birîndarkirin.

Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku duh çeteyên Tirkiyê bi giranî nuqteyên hêzên hikumeta Şamê li eniyên gundên El-Melaca û Dadîx  yên Idlibê topbaran kirin.

Li gorî navendê, ji ber topbaranê, jimarek leşkerên hikumeta Şamê birîndar bû.

Jixwe li gundewarên Cebel El-Zawiyê yê başûrê heman parêzgehê jî şer û pevçûnên herdu aliyên navborî li dar in.

Back to top button