Nuqteyên PDK’ê li herêma sînorî ya Rojava-Başûrê Kurdistanê tên zêdekirin

Aniha hemwextî bikaranîna zimanê gefê ji aliyê Tirkiyaya dagirker ve, herêma sînorî ya Rojava-Başûrê Kurdistanê tevgereke zêde ya Hêzên Partî Demokratî Kurdistanî dibîne..

Ev tevger zêdekirina hejmara hêzan û avakirina nuqtene leşkerî yên nû dihewîne.

Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine wergirtin, hêzên PDK’ê li gundê Pêşxabûr ê Keldanî yê li Başûrê Kurdistanê yê li hemberî gundê Xanke yê li Rojava, bi dehan dar û gelek malên şêniyên hilweşandin û li şûna wan baregeh û qadek ji bo perwerdeya leşkerî ava kirine.

Şêniyan diyar kir ku PDK’ê gelek nuqte, qereqolên din li seranserî sînor ava kirine û çekên giran anîne herêmê.

Heta niha jî 40 nuqte û qereqolên leşkerî çêkirî ne, jê 10 li dirêjahiya sînorên bi Rojava re li herêma Pêşxabûr û 3 li sêgoşeya Rojava, Bakur û Başûrê Kurdistanê ne.

Şêniyên herêmê her wiha behsa bihîstina sloganên bi zimanê Erebî jî dikin, ku ev yek pirsên girêdayî nasnameya kesên li wê baregehê tên perwerdekirin, “kî ne?”, derdixin pêş.

Back to top button