Gundewarên Til Temirê û navçeya Eyn Îsa hatin topbaran kirin

Gudên Til Temir û navçeya Eyn Îsa hat topbaran kirin

Dewleta Tirk a dagirker, gundê Mişêrfa yê girêdayî Eyn Îsa û gundê Ûm El-Beramîl yê girêdayî Tirwaziyê bi çekên giran topbaran kirin.

Seatên nîvro jî, dewleta Tirk a dagirker bajarê Eyn Îsa da ber topan.

Her wiha ji gundê Ebû Sirra hetanî Eyn Îsa balafirên bêmirov digeriyan.

Artêşa Tirk a dagirker seatên sibehê jî gundê Dirdara yê li bakurê navçeya Til Temirê topbaran kir.

Gor agahiyan, topbaran bi çekên giran hat kirin.

Topbaran dagirkeriya Tirk hemwextî berdewamkirina Operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” ya dijî şaneyên DAIŞ’ê û bazirganên hişbirê, pêk tê.

Back to top button