Xelkên Siwêdayê piştgirî dan şêniyên Serêkaniya dagirkirî

Xwepêşandên li Siwêdayê îro di roja xwe ya 11’an de dewam kirin.
Xwepêşandêran careke din bi nivîsên kurdî piştigiriya gelê Rojava kirin.
Çalakvanê siyasî Salih El-Nebwanî eşkere ku çareseriya kirîz Sûrî di biryarên NY û guhertinên Siyasî de ye.

Jinên Siwêdayê, roja 11’an ji xwepêşandanên li dijî hikûmta Şamê de, paneketa bi nivîsa kurdî dirûşema herî bi nav û deng ya jinên Kurd, jin, Jiyan, Azadî hildan.

Xwepêşandêran nameyek din dan hikumeta Şamê û dagirkeriya Tirk.

Piştî Efrînê vê carê xwepêşandanên Siwêda piştgiriya xwe ji bo gelê Serêkaniya dagirkirî nîşan dan.

Ev yek wiha xuya dibe ku ew piştgiriya Herêmên Rojava dikin û dijberiya dewleta Tirk û çeteyên wê dike.

Di roja 11’an ya xwepêşandan, beşdarbûna jinan balkêş bû.

Xwepêşandêran li qada El-kerama bang xweseriya Siwêda û ne-navendîbûna Sûriyê kirin.

Her wiha Xwepêşandêran daxwaza pêkanîna biryara NY 22-54 veguhertina siyasî, çûyîna Esed û başkirina rewşa jiyanî kirin.

“Xwepêşandan dewam dikin û daxwaza nenavedîbûnê tê kirin”

Çalakvanê siyasî yê Sûriyê ji Siwêdayê Salih El-Nebwanî li ser xwepêşandanên gel axivî.

Salih El-Nebwanî tekez kir ku xwenîşandan hîn bi germ didomin û her dem hewl dide xwe birêxistin bike.

El-Nebwanî bal kişan li ser helwesta hikûmeta Şamê li ser xwepêşandanan û wiha got:

Niha Hikûmeta Şamê li ser van xwepêşandan bêdeng e.

Hin Faktorên herêmî û navdewletî hene û naxweze ku piştgiriya ji çend dewletan girtiye, ji dest berde.

Ji ber vê, dibe ku di dema niha de, bijartên wê ji bo mijûlbûna bi van xwepêşandan sînordar bin.”

Çalakvanê Siyasî Salih El-Nebwanî dawiyê tekez kir ku çareserî di pêkanîna biryarên NY û guhertina siyasî de ye.

Back to top button