Sîham Dawûd: Hikumeta Şamê dixwaze herêmên dorpêçkirî dîsa kontrol bike

Sekretera giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Sîham Dawûd diyar kir ku dorpêça li ser şehba û Taxên Helêbê encamê civîn, siyaseta hevpar a hikumeta Şamê, Tirkiye, Rûsya û Îranê ye û got:
“Gelên herêmê xwedî vîneke xurtin û wê bi berxwedanya xwe vê siyasetê vala derxînin”

Hikûmeta Şamê 6 sal in ambargoyê li ser kantona Efrîn, Şehba û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê dimeşîne.

Nahêlin pêdîviyên jiyanî, derman û sotemenî derbasî van herêman bibin.

Têkildarî dorpêça ku hikumeta Şamê ya li ser Şehba û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ferz kiriye, sekretera giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Sîham Dawûd axivî.

Sîham Dawûd diyar kir ku hikumeta Şamê bi vê dorpêçê armanc dike herêmên li derveyî kontrola wê, kontrol bike û got:

“Ne xema hikumeta Şamê ye çi bi serê niştecihên wan herêmên were.

Hikumta Şamê li şûna ku aloziyê bi rêyek aştiyane çareser bike serî li vebijarka leşkerî da.

Hikumeta Şamê dixwaze wan herêman dîsa kontrol bike.”

Sîham Dawûd: Armanca ji dorpêçê têkbirina projeya Rêveberiya Xweser e

Sîham Dawûd destnîşan kir ku dorpêç berdewama siyaseta hikumeta Şamê, Tirkiye, Rûsya û Îranê yên li dijî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û got:

“Trajediya li herêmên dorpêçkirî û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê encamên civînên çaralî yên Rûsya, Tirkiye, Sûriye û Îranê ye.

Armanca wan aliyan yek e, ew jî têkbirina projeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Dema mijarek girêdayî berjewendiyên navneteweyî û aborî be, qanûnên navneteweyî yên têkildarî parastina mirov û rûmeta mirov betal dibin.

Divê NY û civata navneteweyî li gor qanûnan mafên mirov biparêzin û dorpêçê rawestînin ji ber ku sûcekî şer e.”

“Xelkên herêmê wê bi berxwedaniya xwe plana dorpêçê vala derxînin”

Sîham Dawûd anî ziman ku xelkên herêmê xwedî vîneke xurtin, wê vê dorpêçê jî vala derxînin û ji tevahiya cîhanê re îsbat kirin ku ew nûnertiya gelê azadîxwaz dikin.

Hiqûqnas: Dorpêç li dijî qanûn û peymanên navneteweyî ye

Back to top button