Li Kobanê balafireke dewleta Tirk li erebeyeke sivîlan xist

Balafireke dewleta Tirk a dagirker li gundê Qere Mezrayê yê girêdayî bajarê Kobanê erebeyek sivîlan kir armanc.

Li gorî agahiyên ku hatin bi dest xistin tenê ziyan madî bûn.

Kiriyarên dewleta Tirk li dijî mirovahiyê hin jî ne rawstiyane, beriya demekê balafirên Tirk di 30’yê Tîrmehê de li gundê Qumçî ya dikeve ser rêya Kobanê-Helebê bombe li erebeyeke sivîlan barand.

Her wiha mala ku Rêber Abdullah Oaclan li gundê Elpelûr yê Kobanê armanc kiribû.

Hemwextî maleke sivîlan li gundê Memît kiribûn hedef.

Hêjayî bi bîr xistinê, di 23’yê Hezîrana 2020’ê de li gundê Helincê komkujî pêk anîbûn û di encamê de 3 jin hatibûn şehîdkirin.

Back to top button