Tevgera Azadî di derbarê revandin û windakirina Rojnamevan Silêman Ehmed de daxuyaniyek belav kir û got:
“Ev kiryara PDK’ê derqanûniye, li dijî prensîbên karê medyayê û berevajiyê mafê mirovane.
Her wiha çalakvan û rojnamevanên Başûrê Kurdistanê dîyar kirin ku Rojnamevan dengê civakê ne, divê em xwedî li wan derkevin”
Edîtorê beşê erebî yê ajansa Rojnewsê Silêman Ehmed ê ji Efrîna dagirkirî, ji 25 cotmehê ve, ji hêla hêzên PDK’ê ve hatiye revandin û heta vê gavê tu kes qedera wî nizane.
Her çendî daxuyanî ji hêla dezgeh û rêxistinên mafên rojnamevanan ve hatin dayîn û daxwaza berdana wî hat kirin, lê belê PDK’ê deriyên zindankirina rojnamevanan asê dike.
Her dawiyê jî Desteya Ragihandinê ya Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê bi daxuyaniyekê got ku “revandina Silêman Ehmed kirinekî faşîst, terorane û derqanûnî ye.
heman desteyê vê pirsê dike “ji bilî hikûmeta Başûrê Kurdistanê, li ku dera cîhanê tê dîtin ku rojnamevan bi vî rengî bê zindankirin?, lewra gerek e ew û girtiyên Behdînanê werin berdan.
Rojnamevan PDK’ê bi çewsandina rojnamevanan tawanbar dikin
Her wekî çalakvan û rojnamevanên herêma Raperîn a Başûrê Kurdistanê li dijî revandina rojnamevan Silêman Ehmed in û dibêjin ku êdî revandina û kuştina rojnamevanan bi rengekî eşkere tê kirin.
Yek ji wan Saman Berze bêdengkirina rojnamevanan wekî çandeke desthilata Başûrê Kurdistanê bi nav û got ku divê li dijî zulm û zordariyê tu kes bêdeng nemîne.
Di heman demê de, çalakvan Feramoş desthilata Başûrê Kurdistanê bi girtin û êşkecnekirina rojnamevanan tawanbar kir û eşkere kir ku di nava 32 salan de vê desthilatê nekarî hikuraniyê bike.
Salar Mehmûd jî diyar kir ku desthilat ji dengê rojnamevanan ditirse û girtina Silêman Ehmed jî zulm û neheqiyeke mezin e.
Her wiha rojnamevan Yasîn Nadir jî dibêje ku desthilata Başûrê Kurdistanê pê li qanûna xwe ya rojnamevanan dike û karê wan astang dike.
Lê belê, Asayîşa PDK’ê ya Duhokê li xwe mikur tê ku Sillêman Ehmed ji Pêşxabûrê revandiye û tawaneke bê bingeh pê ve dikin.
Ew idia dike ku tu têkliya girtina wî bi karê rojnamevaniyê tuneye.
Tevî ku Silêman Ehmed ji destpêka Şoreşa Rojava ve dest bi vî karî kiriye û piştî dagirkirina Efrînê ji nû ve bi rengekî fermî li Başûrê Kurdisanê xebitiye.



