Jinên Êzidî û Ereb yên Şengalê: Em ê xwe bi fikrê Rêber Apo biparêzin

Li Şengalê di pêşengtiya TAJÊ de Komxebata ‘Jin û Parastin’ hat lidarxistin.
Di komxebatê de jinên Êzidî û Ered diyarkirin ku ew ê li ser Fikrê Netewa Demokratîk ê Rêber APO xwe rêxistin bikin.

Komxebata ‘Jin û Parastin’ ya bi pêşengiya TAJÊ li navenda Şengalê birêve çû, têde peyamên xurt derket.

Di semînera yekemîn de fermandara YJŞ’ê Hêza Şengalî axivî û got:

“Di fermanê de di şexsê jinên Êzidî de hewl dan îradeya jinên Êzidî tune bikin.

Lê civaka me bi banga Rêber Apo ji tarîtiyê rizgarbû.

Piştra jinên Ereb yên Şengalê Fatîme Mistefa jî semînerek bi zimanê Erebî da û diyar kir ku PDK dixwaze civaka Êzidî bixapîne; li beramber vêya divê jinên Êzidî û Ereb hev bigirin.”

Piştî wê Endama Komîteya Dîplomasiyê ya TAJÊ Ferîde Şengalî jî axifî û ev tişt anî ziman:

“Ne yên xiyanet kirin ne jî yên ronahiyê anîn, wê neyên ji bîr kirin.”

Piştî semînerê TAJÊ ji ber parastina jinên Êzidî wêneyê Rêber Apo diyarî YJŞ’ê kir.

Piştî diyariyê Hevseroka Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Cîhan Celo axafî û got:

“Hêza me jinan heye û îradeya me heye. Hem hêza me ya civakî hem jî ya parastinê heye.

Em ê bi fikrê Rêber Apo xwe biparêzin,”

Pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” mehek temam kir

Back to top button