Pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” mehek temam kir

Berdevka Pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî” Zubeyde Zumrut diyar kir ku pengava ku li 74 navendan hatiye destpêkirin niha li zêdetirî 100 navendan belav bûye û ew hewl didin ku çeperên têkoşînê berfirehtir bikin.

Pengava ku 10’ê cotmehê destpêkiribû îro mehek temam dike.

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistanê ya Ewropayê (KCKD-E) yê Zubeyde Zumrut têkildarî pêngavê ji ajansa hawarê re nirxandin kir.

Zubeyde Zumrut anî ziman ku têkoşîna 25 salan ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan tê meşandin bi hemleya 10`ê Cotmehê re jî derket holê ku êdî gerdûnî bûye û wiha pê de çû:

“Gelê Kurd û dostên Kurdan yên ku bi fikra Rêber Apo bawer in ev 25 sal in ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo têdikoşin.

Ev têkoşîn gerdûnî bûye. Êdî Rêber Apo bi paradîgma û têkoşîna xwe bûye Rêberê gelan.

Zûbeyde Zûmrût diyarkir êdî herkesî fêmkiriye ku mifta çareseriya pirsgirêka kurd û rojhilata navîn Rêber Apo ye

Berdevka pêngavê diyarkir ku wan navenda ku plana komployê danîn pêngav destpêkirin û her ku diçe çeperên têkoşînê berfirehtir dibe.

Back to top button