Çalakiya nobetê ya li Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hatibû destpê kirin, bi dewrgirtina koma 23’yemîn berdewam dike.
Merasîm bi amadebûna gelê wargehê ya li Saziya Malbatên Şehîdan bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên azadiya Kurdistanê destpê kir.
Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 22’yemîn Viyan Seyhan daxuyaniyek xwend.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em wek şêniyên Mexmûrê bi çalakiya xwe helwesta xwe li dijî tecrîdê didin diyar kirin.
Nêzîkatiyên li Rêbertî tên kirin li hemberî gelê Kurd tê kirin.
Rêbertî ji bo me rêya bicihanîna Kurdistanek azade.
Wek ku Rêber Apo dibêje; ‘Me bi ciwantî destpê kir emê bi ciwantî bi ser bixin.
Emê li hemberî hemû zext û çewistandina, li hemberî xiyanet û êrişan li ber xwe bidin.



