Li bajarê Swîsreyê di çarçovaya pêngavê de meş hat lidarxistin

Di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” li bajarê St. Gallenê yê Swîsreyê meşa meşaleyî hat lidarxistin.

Kurdistanî û dostên wan bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) li Parka Leonhard hatin cem hev û bi pêxistina meşaleyan meşiyan.

Piştî meşê li ser navê girseya ku gihîşt Markgasse daxuyaniya çapemeniyê hat xwendin.

Piştre siyasetmedar Mehmet Aslan axafî û got:

” Bi tecrîda li ser Rêber Apo re tê xwestin ku îradeya gelê Kurd teslîm bigirin.

Dewleta Tirk bi tecrîda li ser Rêbertî dixwaze gelê Kurd tasfiye bike.

Tecrîd jî parçeyekî vê ye. Dewletên Ewropayê jî alîgirê vî sûcî ne.

Piştgiriyê didin komkujiya dewleta Tirk a li ser gelê Kurd dimeşîne.”

Mehmet Aslan diyar kir ku para dewleta Swîsreyê jî di van hemû bûyeran de heye û destnîşan kir ku ew ê ji Swîsreyê bibin dengê Îmraliyê û tu carî dest ji têkoşînê bernedin.

Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li Almanya kon hat danîn

Back to top button