400 Parlementeran ji bo agirbesta li Xezayê bang kirin

Li cîhanê ji bo rawestandina şerê li Xezayê bang û hewldan tên kirin.
Ji bo dawîkirina şer ji 28 welatên cîhanê 400 parlementeran bangkirin.
Komara Başûrê Afrîkayê bi hêceta qirkirinê doza ku li dijî Îsraîlê vekir, li Dîwana Edaletê ya Navnetewî ya li Lahey dest pê kir.

Ji bo rawestandina şerê li Xezayê yê di navbera Îsraîl û Hamasê de bang û hewldan tên kirin.

Ji bo dawîkirina şerê li Xezayê ji 28 welatên cîhanê 400 parlementeran bangkirin.

Di banga ku 400 parlementeran îmzeya xwe li binê wê danîn de wiha hate gotin,

“Divê tavilê li Filistînê agirbesteke pir alî bê pêkanîn. Divê hemû dîl girtiyên Îsraîlî û navnetewî bên berdan û alîkarî derbasî Xezayê bên kirin.

Em bang li hikumetên xwe û civata navnetewî dikin ku li gorî hiqûqê tevbigerin û ji ber binpêkirina mafên mirovan hesabê bidin.”

“Em li dijî wê ne ku filistinî ji cihên xwe bên derxistin”

Li aliyê din li bajarê Akabe yê Urdinê, Qralê Urdinê Abdullah, Serokkomarê Misirê Ebdulfetah El Sîsî û Serokê Filistînê Mehmûd Ebas li hev civiyan.

Li gorî encamnameya civîna sê alî, hatiye xwestin ku êrişên Îsraîlê yên li dijî Xezayê bên bi dawîkirin û ji bo parastina sivîlan zext bên kirin.

Her wiha hate diyar kirin ku li Şerîa Rojava û Şerîda Xezayê ew li dijî wê ne ku Filistînî ji cihên xwe bên derxistin û hate gotin divê di qada navnetewî de jî li dijî vê planê bê derketin.

Doza ku Afrîka Başûr li dijî Îsraîlê vekiriye li lahey dest pê kir

Li aliyê din Komara Başûrê Afrîkayê bi hêceta ku “Li Xezayê li dijî Filistîniyan qirkirin kiriye” doza ku li dijî Îsraîlê vekir, li Dîwana Edaletê ya Navnetewî ya li Lahey ya li Holandayê dest pê kir.

Afrîka Başûr ev doz di 29’ê Kanûna 2023’an de vekiribû.

Di roja yekemîn ya rûniştina dozê de Başûrê Afrîkayê derbarê tawanbarkirina qirkirinê de wê nêrînên xwe bi devkî bîne ziman.

Afrîka Başûr dixwaze ku Îsraîl operasyonên xwe yên leşkerî yên li dijî Xezayê bi dawî bike. Di dadgehê de wê li ser vê daxwazê bê sekinandin.

Roja înê jî Îsraîl wê derbarê tawanbariyên qirkirinê de parastina devkî bike.

Hat ragihandin wê rûniştinên dozê li ser malpera înternetê ya Dîwana Edaletê ya Navnetewî zindî bê weşandin.

Back to top button