Li dijî dagirkeriya dewleta Tirkiyê çalakiyên gerîla bê navber dewam dikin.
Li Herêma Serhedê 6 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin, seyarek zirxî jî hate îmhakirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla daxuyaniyek da.
HPG got: 30’ê Cotmehê bi taktîka kemînê li wesayîta zirxî ku ber bi qereqola li herêma Tendûrekê ve diçû, hate xistin.
6 dagirkerên di hundirê wesayîtê de hatin kuştin û wesayît jî hate rûxandin.
Li Herêmên Zap, Metîna û Xakurkê jî 1’ê Mijdarê hêzên gerîla bi çalakiyên cuda li dagirkeran dan.
Di çalakiyan de derb li çeperekê hate xistin.
Her wiha HPG’ê da zanîn 2 dronên arteşa Tirk jî ku li Qada Şehîd Îbrahîm ya Zapê digeriyan, hate xistin û îmhakirin.
Li ser êrişan û sûcên şer yên dagirkeriya tirkiyê jî HPG di dawiyê de ev agahî parve kir:
1 û 2’ê Mijdarê çeperên şer ên li Herêma Zap û Metîna 9 caran bi çekên kîmyewî, 4 caran bi dronên bombebarkirî û 8 caran jî bi balafirên şer hatin bombekirin.