Li Îranê êrişên “Polîsên Exlaqê” yên li dijî jinan

Li Îranê bi zêdebûna êrişên li dijî jinan bi taybetî piştî kuştina jinên Kurd Jîna Emînî û Armîta Gerawend careke din Polîsên Exlaqê yên Îranê di rojevê de ne.
Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî bang li Îranê kir ku saziya bi navê “polîsê exlaqî” betal bike.

Li Îranê di Îlona 2022’an de jina Kurd Jîna Emînî û di Cotmeha 2023’an de dîsa jina Kurd Armîta Gerawend bi hêceta ku serê wan vekiribûn bi êriş û êşkenceyê hatin kuştin.

Ev êriş jî ji aliyê saziya bi navê “Polîsên Exlaqê” hate kirin. Ev polîs qaşo karê wan bi şêwazê lixwekirina cil û bergên jinan re mijûl dibin.

Ji sala 2005’an ve ev saziya bi navê polîsên exlaqê li ser kare û zext û terorê li ser jinan dimeşîne.

Êdî hêrsa civaka Îranê û bi taybetî ya jinan li dijî vê saziyê roj bi roj zêde dibe.

Ji xwe di serhildanên “Jin Jiyan Azadî” de ev yek hate dîtin bê ka hêrsa civakê li dijî van kiryaran di çi astê de ye.

Piştî van serhildanan sûc û kiryarên van polîsên exlaqê kete rojeva cîhanê jî.

NY bang li Îranê kir: Saziya bi navê “Polîsên Exlaqê” betal bike

Herî dawî Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) fikarên xwe yên li hember van kiryarên li dijî jin û keçan a li Îranê anî ziman û bang li Îranê kir ku saziya bi navê”polîsê exlaqê” betal bike.

Li gorî nûçeya Reutersê, Komîteyê ku bi rewşa Îranê ya di warê mafên mirovan de mijûl dibe, pêşniyar kir ku rêveberiya Tehranê rêziknameyek qanûnî amade bike û ji bo jin û keçan ji her cure tundiyê biparêze bi cih bîne.

Di vê çarçoveyê de di rapora Komîteyê de hate gotin,

“Dewlet divê qanûneke berfireh li ser tundiya nav malê, destdirêjiya zayendî û sûcên ku bi navê ‘namûsê’ tên kirin bi awayekî vekirî bipejirîne.”

Komîteyê got divê Îran ‘qanûn û siyasetên ku kesên nixumandina mecbûrî pêk nayînin weke sûcdar dîtina wan biguherîne û ji bo vê divê polîsên exlaqê ji holê bê rakirin.

Back to top button