HPG: Li Metîna, Avaşîn û Heftenînê 7 leşkerên Tirk hatin kuştin

Gerîlayên HPG’ê û YJA Starê di çarçoveya Pêngavên Şoreşgerî de bersiva êrîşên dagirkeriyê didin û rojane derban li artêşa Tirk dixin.
HPG’ê ragihand li herêmên Avaşîn, Metîna û Heftenînê 7 leşkerên Tirk yên dagirker hatin kuştin.

Ji 23’yê Nîsanê ve Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li dijî êrîşên dagirkeriyê ên artêşa Tirk yên li ser başûrê Kurdistanê berxwedaneke dîrokî dikin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyên gerîla yên li dijî êrîşên dagirkeriyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir Hêzên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal 20’ê Gulanê li Girê Azad yê bi ser herêma Metîna bi awayekî serketî li artêşa Tirk ya dagirker xistin.

Hat diyar kirin di çarçoveya Pêngava Şoreşger ya Bazên Zagrosê de jî 21 û 22’yê Gulanê li dijî dagirkerên li ser Girê Şehîd Munzur, Şehîd Serxwebûn û Qela Bedewê yên bi ser herêma Zapê li dijî dagirkeran bi çekên giran çalakî hatin lidarxistin.

HPG’ê da zanîn 23’yê Gulanê li qada Mervanos a Herêma Avaşînê jî li dijî dagirkeran bi du baskan çalakî hatin lidarxistin.

Hat diyar kirin di encama van çalakiyan de leşkerekî dagirker hate kuştin û kozîkên wan hatin rûxandin.

HPG’ê ragihand ku di çarçoveya Pêngava Şoreşger ya Cenga Xabûrê de jî 21’ê Gulanê li herêma Heftenînê û 22’yê Gulanê jî li herêma Metîna li artêşa Tirk a dagirker hate xistin.

Hat diyar kirin li di encama çalakiyên gerîla de li Girê Koordînê yê Heftenînê leşkerek; li Girê Zendûra û Girê Azad yê Metîna jî 5 leşker hatin kuştin.

Hat gotin piştî çalakiyan artêşa Tirk kuştiyên xwe bi helîkopteran ji qadê birine.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir êrîşên hewayî yên artêşa Tirk a dagirker li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin.

Hat diyar kirin 21 û 22’yê Gulanê balafirên şer û helîkopteran herêmên Metîna, Zap û Geliyê Basya a Avaşînê bombebarankirin.

Hat gotin ji ber van êrîşan tiştek bi hêzên gerîla nebuye.

Li aliyê din HPG’ê nasnameyên 6 gerîlayên ku 8’ê Gulanê li Mêrdînê şehîd bûn eşkere kir.

HPG’ê sersaxî ji malbatên gerîlayan û gelê Kurdistanê re xwest û diyar kir şehadeta wan wê bibin sedema mezinkirna têkoşînê û pêkanîna armancên wan.

Back to top button