Mamoste û karmendên bi peyman ên li bajarê Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê daketin qadan û daxwaza tayînkirinê kir.
Li bajarê Silêmaniyê mamosta û karmendên bi peyman bi du çalakiyên cûda nerazîbûna xwe dijî ne tayînkirina wan nîşan da.
Çalakiya yekem ya mamostayan li ber derê avahiya Perwerdeyê ya Rojava a li Silêmaniyê bû.
Karmend jî bi heman armancê li ber derê avahiya walitiya Silêmaniyê kom bûn.
Çalakiya mamostayan 7 roj in dewam dike.
Di çalakiyan de mamostayan carek din bang li hikumetê kir da ku werin tayînkirin.
Piştre mamostayên bi peyman berê xwe dan ber avahiya walitiya Silêmaniyê û bi karmendên bi peyman re daxwaza mafê xwe kirin.
Tevî hejmarek zêde ji mamosta û karmendan amade bûn, lê ti rayedarek guh neda daxwazên wan.