Li Eyn Îsayê Parka Jinê hat vekirin

Komîteya Şaredariyan a Meclisa Kantona Girê Spî li Eyn Îsayê ʹʹParka Jinêʹʹ vekir.

Komîteya Şaredariyan a Meclisa Kantona Girê Spî bi hevkariya Şaredariya Gel a navçeya Eyn Îsayê, di nava salekê de parka giştî ya li nêzî kaniya dîrokî ya Eyn Îsayê ya li naverasta navçeyê sererast kir.

Lêçûna sererastkirina parkê gihişt derdora 40 hezar dolarî.

Firehiya parkê 20 donim e.

Park ku vedigere salên 70’yî yên sedsala borî, hatibû paşguhkirin û di dema dagirkirina herêmê de ji aliyê komên çete ve darên wê hatin birîn.

Destpêkê projeya sererastkirinê, Komîteya Jinan a Kantona Girê Spî bi komîteyên têkildar re derdora hezar û 500 dar li parkê çandin.

Park îro bi merasîmekê ku bi dehan kes tevlê bibûn, hat vekirin.

Back to top button