Amerîka ji bo Tirkiye: Êrişek nû ya li dijî Bakurê Sûrî wê aramiyê têk bibe

Şefê rejîma Tirkiyê Erdogan yê ji Îranê destvale vegeriya, gefên ser bakurê Sûriyê carke din dubare kir.
Li dijî van gefan, Wezareta Karên Derve ya Amerîka û Almanya bi daxuyaniyên cuda bertek nîşan da.
Amerîka diyar kir ku ev yek wê aramiya li herêmê têk bibe, Almanya jî dibêje, ev yek wê DAIŞ’ê bihêz bike.

Nêzî 2 mehane, êdî rejîma Tirkiyê bi eşekre gefa êrişeke nû ya dagirkeriyê li bakurê Sûriyeyê dixwe.

Wezareta Karên Derve ya Amerîka careke din, dijberiya xwe ya li ser êrişeke dagirkeriyê ya li bakurê Sûrî anî ziman.

Nide Price doh di daxuyaniya çapemeniyê ya rojane de, carke din helwesta welatê xwe ya li ser mijarê zelal kir.

Price diyar kir ku wan beriya niha helwesta xwe ya li ser vê mijarê bi zelalî diyar kiribûn û destnîşan kir ku ew ji nîqaşên li ser îhtîmala zêdekirina tevgera leşkerî li Bakurê Sûriyeyê bi fikar in.

Êrişek li ser herêmê wê bandorê li ser xelkê herêmê bike.

Berdevkê Wezaretê anî ziman ku ew her pêngavekî aloziyê mezintir bike şermezar dikin.

Nide Price careke din teqez kir ku operasyoneke leşkerî ya nû li bakurê Sûriyê wê zirarê bide aramiya herêmê û got,

Ev yek wê hêzên Amerîkî li herêmê û şerê koalîsyonê li dijî DAIŞê bixe metirsiyê de.

Price diyar kir ku li Sûriyeyê di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de pêşketinên mezin çêbûne û anî ziman ku ji bo ev pêşketin nekevin xeteriyê, dixwazin bi Tirkan re xebatên ji nêz ve bidomînin.

Şefê rejîma Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan jî di hevdîtina bi formata Astanayê ya li Îranê de biryardariya Tirkiyeyê ya derbarê operasyona leşkerî ya navborî da nîşan da.

Lê Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî li dijî vê planê derketin.

Almanya li dijî êrişeke nû a Tirkiyê li ser Bakurê Sûriyê ye

Li aliyekî din, cara yekem hikumeta Berlîn li dijî oparasyoneke muhtemel a Tirkiyê ya li dijî Bakurê Sûrî ye.

Li Almanyayê hikûmeta federal careke din hişyarî da Tirkiyê ku li Sûriyê operasyoneke leşkerî neke.

Berdevka Wezareta Karên Derve di daxuyaniya xwe de wiha got:

“Oparasyoneke nû ya li dijî herêmê wê rewşa gelên li herêmê bixe nava metirsiyê.

Tevî vê wê careke din bibe sedema bihêzbûna DAIŞ’ê.”

Back to top button