Komîteya PKK û PAJK a Zîndanan banga bilindkirina têkoşînê kir

Komîteya Zindanan a PKK’ê û PAJK’ê têkildarî operasyonên qirkirina siyasî ya AKP’ê daxuyaniyek da.
Komîteyê banga bilinkirina têkoşînê kir.

Di daxiyaniyê de wiha gotin,

“Dewleta şerê taybet a AKP’ê dema mijar dibe Kurd, ti pîvanekî exlaqî nas nake.

Îro li gelemperiya Kurdistan û Tirkiyê li dijî Kurdan, muxalifan, jinan û beşên din pêkanînên di asta hovîtiyê de pêk tînin.

Îro bi hezaran girtiyên şoreşger li dijî faşîzma AKP’ê serî natewînin û berxwedanekî dîrokî raber dikin.

Dewlet li aliyekê bi operasyonên qirkirina siyasî her rojê bi dehan kesî digire, li aliyê din ku nekarî ji derve bikuje, bi pêkanînên faşîzan li hundir terkî mirinê dikin. Îro li girtîgehan bi sedan girtî terkî mirinê hatine kirin.

Herî dawî Alî Boçnak ê 77 salî ku tenê mewlûd bi Kurdî xwendibû, dîsa Takiyettîn Ozkahraman, Sînan Gencer hatin girtin û terkî mirinê hatibûn kirin, şehîd bûn:”

Komîteyê di dawiyê de diyar kir temenê desthilata AKP’ê kêm maye û li dijî êrîş û faşîzmê banga mezinkirina berxwedanê li herkesî kir.

Back to top button