Berdevkê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê Ehmed El-Mismarî Anî ziman ku Tirkiyê çeteyên ku li gel hêzên “Leşkerên Roj” perwere dîtine, dişînin Lîbyayê.
Berdevkê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê Ehmed El-Mismarî di kongreyeke çapemeniyê de ragihad ku çeteyê bi navê “Şakir Ferman Salih Bonciq Hîrfekê” beşdarî hêzên baregeha leşkerî ya artêşa Tirk a li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê bû.
El-Mismarî got ku çete ji aliyê koma “Gurên gewir” ya Tirkiyê ve perwerde dîtiye.
Berdevkê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê Ehmed El-Mismarî destnîşan kir ku dewleta Tirk çeteyan bi rêya pereyan ku dighêje 5 hezar dolarê amerîkî dişîne Yemenê ji bo piştgirtiya Partiya Reform a Îxwan El-muslimîn bikin.



