KCÊE’ê: PDK û Iraq dixwazin polîtîkaya qirkirina Êzidiyan temam bikin

Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê-KCÊE’yê diyar kir ku PDK û Iraqê bi hevkiriya Tirkiyê, dixwazin destkeftiyên 6 salan ên Şengalê ji holê rakin û polîtîkaya xwe ya qirkirina Êzîdiyan bibin serî. Koordînasyonê da zanîn jî ku tekane rêya çareseriyê naskirina vîna civaka Êzîdî ya li Şengalê û diyaloga bi hemû Êzidiyan re ye.

Dewleta Tirk, PDK û Hikûmeta Iraqê ji bo Şengal vegerînin weke berê, di nava lîstik û hevkariyên nû de ne.

Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê (KCÊE) li ser dek û dolabên li ser Şengalê tên gerandin, daxuyaniyek weşand.

Koordînasyonê diyar kir ku hêzên Civaka Êzîdî ji DAIŞ’ê re hiştin û bûn sedema qirkirinê û bi vê lihevkirinê jî dixwazin Şengalê vegerînin mîna berê.

Lê belê civaka Êzîdî bi komplo û hîleyan radestî çete û hovên rejima Erdogan kirin.

Komploya nû ya li ser Şengalê
“Ev lihevkirin jiholêrakirina destkeftiyên 6 salan armanc dike”

Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê got:

“PDK û Hikûmeta Iraqê dixwazin destkeftiyên 6 salan yên ku bi berdêlên giran hatine avakirin, ji holê rakin.

Ev yek daxwaza Erdogan bi xwe ye jî.”

KCÊE’ê: Tekane rêya çareseriyê naskirina xweseriya Şengalê ye

Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê bal kişand li ser dîroka ragihandina komploya nû û wiha anî ziman:

“9’ê Cotmehê di dîroka Kurdan de rojek tarî ye, ew jî dîroka komploya li dijî Rêber Ocalan e.

Hêzên Tarî bi vê biryarê, komployek nû li ser Şengalê jî bi destê PDK û Erdogan dixin meryetê.

Lê civaka Êzîdî çawa bi Kurdên azad ve mil bi mil li Şengalê di tunebûnê de hebûn ava kir, wê vê komployê jî vala derxînin.

Tekane rêya çareseriyê naskirina Rêveberiya Xweser a Şengalê û diyaloga bi hemû Êzidiyan re ye.”

Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê bang li Kurdan, taybet jî Civaka Êzîdî kir ku li dijî komployên nû yekîtiya xwe ava bikin, biherikin qadan û rê nedin ji-holê-rakirina civaka Êzîdî.

Back to top button