Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe, 8 şênî ji gundê Qêsim ê Bilbilê û ciwanek jî ji gundê Dimiliya yê Recoyê revandin.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê eşkere kir ku Istixbarata Tirk û çeteyên xwe 5’ê Cotmehê bi ser gundê Qêsim ê Bilbilê de girt û bi tawanên nerast bi dehan sivîl ji gund revandin.
Rêxistinê navên hin kesên revandî belge kir:
Xelîl Bekir Bîlel
Ehmed Qadêr Sîdo
Henan Şêx Birîm
Şems Dîn Mistefa Mihemed
Ehmed Hesen Dîko
Ekmel Henan Ehmed
Rêxistinê da zanîn ku çeteyan 6’ê Cotmehê Betal Dîko, Mihemed Şe’iban Dîko jî ji heman gundî revandin.
Piştî çeteyan ji her yekî hezar L.T standin, ew berdan.
Li gorî rêxistinê, 8’ê Cotmehê jî çeteyan ciwanê bi navê Ehmed Izet Mistefa ji gundê Dimiliya yê Recoyê revand û heta niha jî çarenûsa wî nediyar e.