Gundê Ebû Nîton ê Eyn Îsayê û Şîrketa Kobanê ya çemento tên topbarankirin

Bê navber Artêşa Tirk êrişî herêmê dike.
Îro jî dagirkeran êrişî navçeya Eyn Îsa û Girê Spî kir.

Vê sibehê dagirkeran Gundê Ebû Nîtonê yê rojavayê navçeya Eyn Îsa, şîrketa Kobanê ya çemento li başûr rojavayê bajarê Girê Spî topbaran kir.

Beriya wê jî Balafireke bêmirov dewleta Tirk klînîkeke nexweşiyên jinan li navçeya Til Rifet a kantona Şehbayê, topbaran kir.

Kilînk ya bijîşk Xelîl Şêx Hesen e.

Duh derengî şevê Artêşa Tirk derdora gundê Dêr Cemal ê navçeya Şêrawa topbaran kirin.

Back to top button