Amerîka qebûl kir ku moşekên pêşketî bişîne Ukraynayê

Di ser şerê Ukraynayê re 3 meh derbas bûn.
Ji helwesta Rûsya û welatên Rojavayî diyar dibe ku ti niyeta wan a bidawîkirina şer tine ye.
Lewma hemû hewldanên wan berevajî bidawîkirina aloziyê ne.
Herî dawî, Amerîka qebûl kir ku pergala moşekên şer ên pêşketî bişîne Ukraynayê.

Piştî çend caran ji redkirinê, dawiyê serokê Amerîkayê Joe Biden, daxwaza şandina moşekên pêşketî ji bo Ukranyayê qebûl kir.

Moşe wê di çarçoveya pakêta alîkariya leşkerî ya bi buhayê 700 mîlyon dolarî de werin şandin.

Li gorî pisporên leşkerî, pergala moşekan a binavê Hîmars, ji yên niha ku artêşa Rûsyayê bi kar tîne bi bandortir e.

Serokê Amerîkayê Biden li ser mijarê diyar kir ew ê bi şandina van moşekan bihêlin artêşa Ukraynayê tam li hedefên Rûsyayê bide.

Li aliyê din rayedarekî Amerîkî eşkere kir ku pergala Hîmars xwedî menzileya 80 kîlometrî ye.

Nehat eşkere kirin bê ka wê çend pergalên moşekan werin şandin.

Rûsya beriya niha hişyar kiribû ku her çekên ji Amerîka û welatên Rojavayî ji bo Ukraynayê werin şandin ew ê bibin armanca lêdana wan.

Back to top button