Hêzên Asayîşê li Reqayê 2 kesên ku bazirganiya çekan dikirin girtin

Hêzên Asayîşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bajarê Reqayê 2 kesên ku tîcareta neqanûnî ya çekan dikirin girtin.

Hêzê têkîldarî girtina wan kesan ev agahî parve kir:

“Di çarçoveya şopandina kiryarên neqanûnî yên ku ewlekarî û selametiya welatiyên me dixin metirsiyê de hêzên me di 21’ê çile de hin agahî girtin.

Di encama lêkolîn û agahiyên berfireh me karî nasnameya wan kesan tesbît bikin.

Piştî bi destwerdanekî li ser malên wan de 2 kesên ku bazirganiya çekan dikirin li Reqayê hatin gitin.”

Di serdagirtinê de bêksiyek, Çekek kilaşînkov, dabanceyek û gelek mermiyên van çekan.

Her wiha 610 dolarê Amerîkî jî hatiye desteserkirin.

Hate diyar kirin ku ew kes di dema lêpirsîna xwe de li xwe mikur hatin ku di berdêla pereyan de bazirganiya çekan dikin.

Sûcdar bi awayekî rêk û pêk ji Dozgeriya Giştî re hatin şandin, da ku li gorî qanûnên heyî bên darizandin.

Hêzên Asayîşê di dawiya daxuyaniyê de got:

“Divê gelê me di wê baweriyê de be ku em ê her demê xebatên xwe yên li dijî kesên tewankar bidomîn wan bigirin û radestî Dozgeriyê bikin.

Û em di wê baweriyê de ne ku di van pêngavan de wê gelê me bi hêzên me re bibin alîkar.”

Hêzên Asayîşê 3 bikarhênerên madeyên narkotîk girtin

Back to top button