Dewleta Tirk 55 kesên din li kantona Girê Spî bi cih kirin.
Li gorî agahiyên ku çavkaniyên xwecih dane:
Dewleta Tirk 55 kesên din li kantona Girê Spî bi cih kirin.
Ev penaberên Sûriyeyê yên ku Tirkiyeyê diman.
Ew di deriyê sînor ê Girê Spî re, radestî “Polîsên leşkerî” kirin.
Ev penaberên ku dewleta Tirk wan şandine Girê Spî ji Hama, gundewarê Heleb û Idlibê ne.
Di 10 rojên destpêkê yên vê mehê ve 500 penaber li kantona Girê Spî hatine bicihkirin.
Li kantona Girê Spî sûcên dermirovî, talankirin, qirkirina çandî û guhertina demografîk bê navber dewam dikin.