Li Kamboçya li hewşa dibistanekê cebilxane hatin dîtin

Li Kamboçyayê li hewşa dibistanekê cebilxaneyên leşkerî yên neteqiyayî hatin dîtin
Dibistan bi awayekî demkî hat girtin.
Rêveberê Giştî yê Navenda Paqijkirina Mayinên Kamboçyayê Ratana, diyar kir ku dibe di bin zemînê dibistanê de jî cebilxane hebin.

Li bakurrojhilatê Kamboçyayê li baxçeyê dibistanekê bi hezaran cebilxaneyên leşkerî yên neteqiyayî hatin dîtin.

Ji ber xeteriya heyî dibistan bi awayekî demkî hat girtin.

Cebilxaneyên hatine dîtin yên 48 sal berêne

Welatê Asyaya Başûr piştî şerê navxweyî yê bi xwîn ku beriya 48 salan bi dawî bû, yek ji welatên herî mayinkirî li cîhanê têne zanîn.

Dibistana Bilind a Melîke Kosomak, ku wê demê li eyaleta Kratie bû, wekî barageheke leşkerî dihat bikar anîn.

Niha jî hewildana paqijkirina bermahiyên wê demê tê dayîn.

Di nav çekên ku têne derxistinê de gelek bombe û çekên dijî tank jî hene.

Heta niha bi giştî, di nav sê rojan de zêdetirî 2 hezar cebilxane hatin dîtin.

Ratana: Dibe ku di bin zemînê dibistanê de jî cebilxane hebin

Rêveberê Giştî yê Navenda Paqijkirina Mayinên Kamboçyayê Heng Ratana, diyar kir heta niha tenê lêgerîn di nava baxçe de çêbûye.

Lê dibe ku di bin zemînê dibistanê de jî cebilxane hebin.

Heng anî ziman ku ji bo xwendekaran şanseke mezin bû ku heta îro tiştek neteqiyaye û got:

“Eger kesekî erd bikola yan jî bi şaşî lê bixista, dibe ku qezayên nebaş rû bida.”

Ji ber berdewamiya rakirina çekan ji xwendekaran re hat gotin, heta paqijkirina ku tê payîn du rojan bidome, ji dibistanê dernekevin.

Ji 1979’an ve ji ber mayinên heyî bêtirî 64 hezar kes mirine

Şerê navxweyî yê Kamboçyayê di sala 1975’an de bi dawî bû.

Lêbelê, heta niha jî bandorên şerê berê tê dîtin.

Ji sala 1979’an û vir ve ji ber mayinên ku li seranserê welêt belav bûne bêtirî 64 hezar kes mirine.

Her wiha nêzî 25 hezar kes jî birîndar bûne.

Hikûmeta Kamboçyayê soz daye ku heta sala 2025’an hemû mayin û cebilxaneyên leşkerî yên neteqiyayî paqij bike.

Back to top button