RJAK: Divê tevahî jin dijî biryara qedexekirina belavbûna rêjeya tundiyê derkevin

RJAK’ê bi daxuyaniyek nivîskî bertek nîşanî qedexekirina belavkirna rêjeya tund û tujiya li dijî jinê da û bang li her kesî kir ku li dijî biryarê dakevin qadan.

 

Wezîrê Karê Hindir yê Hikumeta Herêma Başûrê Kurdistanê Rêber Ehmed di rojên borî de diyarkir ku belavkirina rêjeya tundiyê ji aliyê rêveberiya têkoşîna dijî tund û tujiya jinan ve, hatiye qedexe kirin.

Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) bi daxuyaniyek nivîskî nerazîbûna xwe anî ziman û got:

Erkê sereke yê rêveberiya têkoşîna dijî tund û tujiyan, belavkirina rêjeya tundiya li dijî jinan ne.

Li gorî rêxistina me, di nava 3 mehan de 28 jin di encama tund û tujiyê de jiyana xwe ji dest dane.

Ev rastî derdixe holê ku li Herêma kurdistanê rewşa jinan gelek xirabe û tundî zêde bûye.

Em weke RJAK’ê vê biryarê bi tundî şermezar dikîn û bang li hemû jinan dikin ku li dijî biryarê dakevin qadan û xwedî helwest bin.

Back to top button