Li Şamê ji ber kuştin ciwanekî şerekî dijwar derket

Li bajarê Ceremana yê Şamê ji ber kuştina ciwanekî, şerekî dijwar derket.
Li Herêma Bêçek jî, Hêzên hikûmeta Şamê û çeteyan nuqteyên hev dan ber topan.
Di topbaran hêzên hikûmetê ya li Idlibê de, 2 çete hatin kuştin.
Li Derayê jî mala çekdarekî herêmî ji aliyê dronên hikûmeta Şamê ve hate bombebaran kirin.

Şevê din li bajarê Ceremana ya Şamê di navbera komek ji ciwanan şer derket.

Şer di navbera ciwanên bajarê Cermana û ciwanên kampa Ceremanyê de, derket.

Çavdêriya Sûrî da zanîn ku di encama şer de, ciwanekî ji bajêr ji aliyê ciwanên kampê ve hate kuştin.

Vê sibê jî di navbera her du aliyan de şer hebû.

Di şer de çek û bomeyên destan hatin bikaranîn.

Hate diyar kirin ku di encama şer de, ziyanên madî bi gelek dikanan bûne û tirs di nava welatiyan de çêbûye.

Tê gotin ku ji ber şer birîndar jî hene.

Li Herêma Bêçek şer-2 çeteyên Tehrîr El Şam hatin kuştin

Li Herêma qaşo ‘Bêçek’ rojane di navbera Hêzên Hikûmeta Şamê û komên çete ên dewleta Tirk a dagirker de, şer û topbaran heye.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku, hêzên hikûmetê bi çekên giran nuqteyên çeteyan ên li bajarokê Bara yê li başûrê Idlibê topbaran kirin.

Di encamê de, 2 çeteyên Heyet Tehrîr El Şam hatin kuştin.

Li Derayê dronên hikûmeta Şamê malek bombebaran kir

Li aliyê Derayê jî rewşa tevilhev ya navbera hêzên hikûmeta Şmaê û çekdarên herêmî de, dewam dike.

Çavdêriya Sûrî ragihand ku dronên hêzên hikûmeta Şamê li bajarokê Tafis yê Derayê mala çekdarekî komên herêmî, bombebaran kir.

Heta niha derbarê encamê bombebranê de, ti agahî nehatiye zelalkirin.

Li herêma Bêçek hêzên hikûmeta Şamê û çeteyan cihê hev dan ber topan

Back to top button