Salvegera Komkujiya Til Eran û Til Hasilê

Di salvegera 10’an a Komkujiya Til Eran û Til Hasilê de, Partiya Hevbendiya Nîştimanî ya Demokratîk banga hesabpirsînê kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev komkujî bi fermana MÎT’a Tirk pêk hatiye û bang li civaka navdewletî hat kirin ku sûcdar werin darizandin.

10 sal di ser komkujiya Til Eran û Til Hasilê re derbas dibin û heta niha hesab ji kirdeyên wê nehatiye pirsîn.

Di 27, 28 û 29’ê Tîrmeha 2013’an de çeteyên Cebhet El Nusra û yên girêdayî wê, komkujî li Til Eran û Til Hasilê pêk anîn.

Di encamê de derdora 50 welatî bûn qurbanî.

Partiya Hevbendiya Niştimanî ya Demokratîk banga cezakirna kujeran kir

Di salvegera komkujiyê de, endamên Partiya Hevbendiya Nîştimanî ya Demokratîk, li ber navenda xwe ya li gundê Wehşiyê yê navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê kom bûn û daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de komkujiya Til Eran û Til Hasilê û bêdengiya li hemberî wê hatin şermezarkirin û bang li civata navneteweyî hat kirin ku kirdeyên komkujiyê ceza bikin.

Di dewama daxuyaniyê de berxwedana ciwanan a li hemberî çeteyên Cebhet El Nusra û alîkarên wan hat bibîranîn û wiha hat gotin:

“Em berxwedan û rûmeta ciwanan ku bi çekên sivik li hemberî alava şer a DAIŞ û Cebhet El Nusra û alîkarên wan sekinîn, bi bîr tînin.

Çeka ciwanan rûmet û redkirina zulmê bû.

Ciwanan tevî derfetên kêm berxwedaneke bêhempa nîşan da û tirs xist dilê êrişkaran.”

Komkujî bi fermana MÎT’a Tirk pêk hat

Hat diyarkirin ku komkujiyî bi fermana MÎT a Tirk û serokê ”meclisa leşkerî ya artêşa azad a Helebê” Ebdulcebar El Igêdî pêk hat ku 24’ê Adara 2013’an bi komên din re civiyabûn û fermana komkujiyê girt.

Dawiya daxuyaniyê, soza dewamkirina têkoşînê heta darizandina sûcdaran hat dayîn û wiha hat gotin: “Em bang li aliyên hiqûqî, mirovî û saziyên neteweyên yekbûyî yê eleqedar dikin ku dosyaya vê komkujiyê derbasî dadgeha navneteweyî bikin û hesab ji dewleta Tirk, ku heta niha komkujiyan li Sûriyeyê pêk tîne, bixwazin.”

Back to top button