Salvegera 9. a komkujiya Til Eran û Til Hasilê

Îro 9. salvegera komkujiya Til Eran û Til Hasilê ye.
Destê dewleta Tirk a dagirker di vê komkujiyê de jî derket.
Plansaziya vê komkujiyê li Bakurê Kurdistanê li bajarê Dîlokê bi destê MÎT’a tirk û çetê bi navê Abdulcebar El-Egêdî hate dayîn.
Di encama vê komkujiya hovane de herî kêm 150 kurd hatin kuştin û bisedan hatin revandin.
Lê komkujiya çeteyên Tirkî nebesbû, şêniyên vê herêmê niha di bin zexta Hikûmeta Şamê de dinale.

27 Tîrmeha 2013’an, çeteyên dewleta Tirk li dijî Kurdên Til Eran û Til hasil komkujiyeke biêş pêk anîn.

Plansaziya vê komkujiyê jî li Bakurê Kurdistanê li bajarê Dîlokê bi destê MÎT’a Tirk û çeteyê bi navê Abdulcebar El-Egêdî hat dayîn.

Sedema yekemîn a armancgirtina Til Eran û Til Hasilê jî ew bû ku piranî şêniyên van deveran Kurd bûn.

Her wiha ji ber ku di xeta bakur-rojhilatê Helebê jî cihekî stratejîk e.

Ji bo wê roja 27, 28 û 29’ê Tîrmeha 2013’an çeteyên Cebhet El-Nusra, DAIŞ, Tugaya Azadî û gelek çeteyên din bi hev re, êrişî Til Eran û Til Hasil kirin.

Van çeteyan dema ku derbasî van deveran bûn, di mizgeftan de bang kirin û gotin;

Jin, zarok, mal û milkê we ji me re helal in.

Teslîm bibin!

Lê belê ciwanên Til Eran û Til Hasil teslîmiyet qebûl nekirin û li gor derfetên xwe li ber xwe dan.

Di encama vê êrişa hovane de, 150 Kurd hatin kuştin û bidarvekirin.

Piştî salekê, ango 2014’an, rêjîma Sûrî ev her du bajarok kontrol kirin.

Lê belê xelkên Til Eran û Til Hasil vê carê jî bi zext û êşkenceya Hikûmeta Şamê re rûbirû man.

Hêzên hikûmeta Şamê bi hincetên cuda 150 ciwanên Kurd binçav kirin û bi awayekî hovane ew êşkence kirin.

Hinek ji wan di bin êşkenceyê de jiyana xwe ji dest da, hinek jî heta niha wenda ne û çarenivîsa wan nediyar e.

Ji ber vê jî şêniyên bajarokê Til Hasil û Til Eranê êdî ti hêz qebûl nekirin û hêzeke xwe ya taybet bi navê Cebhet Ekrad ava kirin.

Back to top button