QSD’ê ragihand ku berî niha 3 sîxurên istixbarata Tirk girtibûn.
Li gor mikurhatinên sîxuran destê wan di şehadeta fermandar Rênas Roj, Sosin Bîrhat de hebû.
Dayik û bavê Fermandarê YPG’ê Rênas Roj bi peyamekê spasiya QSD’ê kir.
QSD’ê duh ragihand ku wan noker û xayînên destê wan di şehîdkirina yek ji Fermandarê YPG”ê Rênas Roj heye, girtine.
Piştî vê yekê dayika û bavê Şehîd Fermandarê YPG’ê Rênas Roj peyamek bi dîmen parve kir.
Dayik û bavê şehîd di serî de spasiya QSD’ê û gelê Rojava kir ku xwîna zarokên wan li erdê nemaye.
Dayik û bavê şehîd Rênas piştevaniya xwe ya ji bo şervan û QSD’ê anî ziman.