Hêzên Sûriya Demokrat: Sîxurên ku destê wan di şehadeta fermandar Sosin Bîrhat de hebû hatin girtin

Hêzên Sûriya Demokrat berî niha 3 sîxurên istixbarata Tirk bi operesiyoneke taybet girtibûn.
QSD’ê li gorî mikurhatinên van sîxuran ragihand destê wan di şehadeta fermandar Rênas Roj, Sosin Bîrhat û hevrêyêna wan de hebû.

Di 19`ê Tebaxa 2021`an de li Qamişlo û Til Temirê, deronên dewleta Tirk bi hevkariya van sîxuran li erebe û navenda Til Temirê de dan.

Di enmacê de 5 endamên Meclisa Leşkerî ya Til Temir de şehîd bûn.

QSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand piştî şopandinê, yekîneyên taybet ên QSD`ê şaneyeke sîxuran a ji mêrek û du jinan pêk tê, girt.

QSD’ê eşkere kir ev sîxurên hatine girtin, li xwe mikur hatin ku destê wan di êrişa 19`ê Tebaxa 2021’ê ya li Qamişlo û Til Temirê heye.

Her wiha da zanîn ku van sîxuran prespektîf û erk ji MÎT`ê girtine û dema hatine girtin amadekarî dikirin ku êrişeke din pêk bînin û armancên din diyar bikin.

Ev sîxur jî ji bo dadgehê hatine veguhestin da ku cezayê xwe bibînin.

Back to top button