Endamê PYD’ê Xelîl Osman û hevserokê Yekitiya Rewşenbîran Kurdiyar Dirê’î li dijî plana Tirkiyê û PDK a êrişê bertek nîşan dan.
Di axaftinên wan de hat gotin:
“Ev êriş wê ne ‘birakujî’ be, ji bo PDK’ê wê ‘xwekujî’ be.”
Bi her awayî, li dijî palna PDK û Tirkiyê ya li ser gerîlayan, tê şermezarkirin.
Endamê Meclisa Giştî ya PYD’ê Xelîl Osman têkildarî mijarê ji ajansa Hawarê re axivî.
Xelîl Osman dibêje:
“Heger PDK di nava vê plana qirêj de cih bigie, ev wê xwekuştin be.” û banga yekîtiyê li gel û hêzên Kurdî kir.
Kurdiyar Dirê’î: wê PDK şaştiyeke mezin bike heger li dijî PKK şer bike
Hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê Kurdiyar Dirê’î jî li dijî hemna planê derket û got:
“Destkeftiyên ku gelê Kurd bi berdêlên giran bi dest xistine, di nava metirsiyê de ne.”
Kurdiyar Dirê’î tekez kir wê PDK şaştiyeke mezin bike dema li dijî PKK şer bike.