Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Suryan Matay Hena li dijî êrişên Tikriyê, taybet armancgirtina fermandarê Suryan Orom Marokî bertek nîşan da.
Matay Hena dibêje:
“Ev êrişên Tikriyê bi armanca valakirina herêmê û şikandina berxwedana gelê wê ye.”
Matay Hena da zanîn ku armanca Dewleta Tirk ji domandina sûcên xwe yên li dijî şêniyên herêmê, koçberkirina şêniyan e û ev got:
“Dagirkeran stasyona kehrebeyê ya li gundewarên Til Temir kir armanc.
Fermandarekî Meclisa Leşkerî ya Suryan û hêzên Rûsyayê bi dronan, kirin armanc û ew birîndar kirin.”
Matay Hena tekez kir ev êriş û armancgirtina şervan û fermandarên leşkerî ji bo zindîkirina rêxistinên terorîst pêk tên.
Dawiya nirxandina xwe Matay Hena piştrast kir ji van êrişên domdar ên Tirkiyê û çeteyên wê hêzên Rûsyayê ku li herêmê garantor e berpirs e.



