MXDŞ: Em ê li ser fikrê Rêber Apo Şengala xweser ava bikin

Meclisa Xweser a Demokratîk a Şengalê-MXDŞ’ê rojbûna Rêber Apo bi daxuyaniyekê pîroz kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin:
“Civaka Êzidî bi saya fikir û ramanê Rêber Apo rê li ber fermanan girt.”

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê di daxuyaniya xwe de li ser giringiya vê rojê ji bo wan got:

Rojbûna Rêber Apo ji bo me xwedî wateyekî mezin e.

Êzidiyan di dîrokê de rastî gelek fermanan hatine, lê bi saya ramanên Rêber Apo karîn rê li ber fermana bigrin.

Wê Şengala xweser û azad tekez li ser fikrê Rêber Apo were avakirin.

Back to top button